Şenyaşar: Daraza Tirk dibe hevkarê sûcê mirovahiyê

Malbata Şenyaşar ku berxwedanê didomîne got, ''Bêdadmendî Tirkiyê tine dike. Dozger dibe hevkarê sûcê mirovahiyê.''

Nobeta Dadê ya berxwedana malbata Şenyaşar a li ber edliyaya Rihayê di roja 283'yan de didome.

Ferît Şenyaşar diyar kir Nobeta Dadê di bin zilmê de didomîn, li Rihayê yasa naxebitin û bêdadiya li ser wan ji hêla hemû civakê ve tê dîtin lê dozger û dozgerê dosyayê ji bo ku alî digirin vê nabînin.

Ferît Şenyaşar bang li Serokê Meclîsê û Wezîrê Dadê Tirk kir û got, ''Em dadê dixwazin, dixwazin berpirs cezayê ku heq dikin bistînin. Bila birayê min Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan. Heta ku dadmendî bi cih were têkoşîna me wê bidome.''

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî got, ''Dozgerê ku bi fermanê hatî ji bo rûdanê gotiya kiryar nediar û bi rengekî aşkere alî girtiye. Dibe hevkarê sûcê dijî mirovahiyê ye.''