Şenyaşar: Bi rêya dadgeriyê zilmê dikin

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide, diyar kir ku bi rêya dadgeriyê zilm li wan tê kirin û got, "Wijdanê vê desthilatdariyê nîne."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê dewam dike. Çalakî îro di roja 350'î de ye.

Emîne Şenyaşar li ser nobedê axivî û diyar kir ku nêzî saleke ew daxwaza edaletê dikin û got, "Havîn, zivistan em nobedê dewam dikin. Wijdanê vê hikumetê nîne. Ez li vê derê riziyam, kurê min jî li girtîgehê riziya. Tenê li me zilmê dikin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. 3 kes kuştin, yek jî avêtin girtîgehê. Gelo çawa dibe ku li nexweşxaneyê mirov bê kuştin... Erdogan çima li pişt van disekine? Êdî bes e, bila kurê min berdin. Çavên min nabîne, ez kurê xwe dixwazim. Ji bo her kesî edaletê dixwazim. Yên ku malbata min tune kirin, digerin. Kurê min jî avêtine girtîgehê. Ev çi wijdan e? Li nexweşxaneyê çawa mirov tê kuştin? Hemşîre dîn bû, doktor îstifa kir. Divê Yildiz îstifa bike."

Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku bi rêya dadgeriyê zilm dewam dike û got, "Komkujî hate kirin. Yên ku komkujî kirine jî digerin. Bi rêya dadgeriyê zilm dewam dike."