Şenyaşar a ku nexweş ketî bi serûmê wê nobetê bidomîne

Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxane. Diyar bû ku Şenyaşar wê bi serûmê çalakiya xwe bidomîne.

Nobeta Edalatê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber avavniya edliyê ya li Rihayê di roja 241'ê de didome.

Emîne Şenyaşar dema ku dixwest ber bi edliyê ve were tansiyona wê kêm bû, ji ber ku nedikarî biçe Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, bi sedema ku hevjînê wê û zarokên wê li wê nexweşxanê li ber çavê wê hatin kuştin, ew rakirin nexweşxaneyeke taybet. Li gel ku doktoran ji Emîne Şenyaşar re got divê 2 rojan bêhna xwe bide jî, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomîne. Şenyaşar li gel ku temenê wê 65 jî û nexweş e jî ji bo ku biçe ber edliyê bi rê ket.

Dayik Şenyaşar li destê wê serûm û kurê wê Ferît têne ber edliyê.

Malbata Şenyaşar îro saet 13:00'an bi parêzerên malbatê û endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê wê daxuyaniyê bidin.