Şenyaşar: Ên xwedî wijdan bila li doza me xwedî derkevin

Malbata Şenyaşar serdana xizmên xwe kirin ku hatibûn qetilkirin û got, ''Ên ku xwedî wijdan bin bila li doza me xwedî derkevin.''

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar di roja 40'î de didome. Ji ber qedexeya derketina derve cara pêşî ya ku malbat îro neçûn ber edliyeya Rihayê.

Dayik Emîne Şenaşar û kurê wê Ferît li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya nobetê didomînin.

Ferît Şenyaşar serdana gorna bavê xwe xwe Hacî Esvet, Adil û Celal Şenyaşr kir. Ji ber ku dayik Emîne Şenyaşar nexweş bûn nekarî biçe goristanê.

Ferît Şenyaşar li goristanê axivî, diyar kir ji ber qedexeya derketina derve nekarîne ku biçin ber Edliyaya Rihayê li şûna vê çûne ser gorna xizmên xwe. Ferît Şenyaşar got, ''Wekîlê AKP'ê Yildiz û xizmên wî 3 mirovên me li Nexweşxaneya Pirsûsê qetil kirin. 3 sal di ser komkujiyê re çûn lê ji komkujan kesek nehatiye girtin. Em ê hêviya xwe ji dadê qut nekin, em ê dîsa dadê bixwazin. Kesên xwedî wijdan em bang li wa ndikin ku li doza me xwedî derkevin.''