Şêniyên wargeha Mexmûrê wê bi girseyî li ber êrişan rabin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên doh bi şev wê bi meşeke girseyî helwestê nîşan bidin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de tê gotin birîndar hene, lê heya niha derbarê birîndaran de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Xelkê wargehê wê li gorî dema herêmê îro saet di 11:00 de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyî li dar bixe.

Şêniyên wargehê wê heta ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî bimeşin û tê payîn li wir daxuyaniyekê bide.

Wê rêzeçelakiyên gelê Mexmûrê ya dijî êrişên dewleta Tirk dewam bikin.