Şêniyên Serêkaniyê yên koçberbûyî li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Serêkaniyê ku warê wan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatiye dagirkirin, li Kampa Waşûkanî meşiyan û sûcên şer ên dagirkeran şermezar kirin.

Bi sedan kes ji şêniyên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî ya Hesekê bi dirûşma "Em ê bi gelên xwe hemûyan li dijî kuştin û koçberkirinê li ber xwe bidin" meşek li dar xistin.

Şêniyên kampê ku piştî Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin neçar man koç bikin, nerazîbûn nîşanî êrişên demên dawî yên li ser Til Temir û Zirganê dan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongra Star û pankartên "Qetilkirina jin û zarokan rawestînin", "Koçberkirin û wêrankirinê rawestînin" û "Kanî wijdanê mirovahiyê?" hatin hildan.

Meş ji pêşiya navenda meclisa kampê dest pê kir ku heta ber deriyê sereke yê kampê dewam kir.  Meş li deriyê têketina kampê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa Kampa Waşûkanî Elaa Cemîl El-Elî bi navê koçberên Serêkaniyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê hate şeremzarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hate kirin ku li hemberî sûcên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Mîtîng bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bû.