Şêniyên Rojhilatê Kurdistanê bi dengê teqînên mezin hişyar bûn

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê nîvê şevê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Rayedaran li ser sedema teqînê daxuyaniyek nedane.

Şêniyên bajarên Kirmaşan, Sine, Hemedan, Kamyaran, Ciwanro, Pawe, Selas Bawecanî ên Rojhilatê Kurdistanê îşev bi dengê teqîneke mezin hişyar bûn.

Têkildarî çavkaniya dengê teqînê rayedaran hînê daxuyaniyek nedane.

Waliyê Esadabadê yê wîlayeta Hemedanê Saeed Ketabî teqîn piştrast kir û got, "Dibe ku dengê teqînê ji bajarekî din hatibe û dibe ku ji ber erdhejê be."

Ajansa Nûçeyan a Sabêrîn ku nêzî Muxafizên Şoreşê ye agahiya li ser teqînê parve kir û bal kişand ser tetbîqata parastina hewayî, ku sîstemên nû yên parastina hewayî yên Îranê tê ceribandin.

Beriya niha jî teqînên bi vî rengî yên bi guman li herêmê rû dabûn. Herî dawî 4'ê Kanûnê li cihekî nêzî navenda nukleerê ya Natanzê teqînek çêbûbû.

Her wiha 8'ê Tîrmehê li Parka Mellat a li nêzî Tehranê teqînek çêbûbû.