Şêniyên Qeladizê li ber dagirkeriyê rabûn

Şêniyên Qeladizê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabûn û bang kirin ku kesên li Silêmaniyeyê hatine destgîrkirin bên berdan.

Şêniyên bajarokê Qeladizê yê ser bi herêma Raperînê, doh êvarê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi ti awayî êrişan qebûl nakin û divê her kes li ber van êrişên dagirkeriyê rabin.

Şêniyên Qeladizê her wiha bal kişandin ser çalakiya şermezarkirinê ya li Silêmaniyeyê ku 55 kes lê hatin destgîrkirin û xwestin ku kesên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan.

Xelkê Qeladizê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.