Şêniyên Mexmûrê şehîdên xwe dispêrin axê
Şêniyên wargeha Mexmûrê cenazeyên 2 şehîdên xwe bi merasîmekê dispêrin axê.
Şêniyên wargeha Mexmûrê cenazeyên 2 şehîdên xwe bi merasîmekê dispêrin axê.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.
Di van kêliyan de şêniyên wargehê şehîdên xwe oxir dikin.