Şêniyên Mexmûrê li dijî komploya 15'ê Sibatê daketin qadan

Şêniyên Mexmûrê, di salvegera 23'an a komploya 15'ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daketin qadan û xwepêşandaneke şermezarkirinê li dar xistin.

Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber salvegera 23'an a komploya navneteweyî meşeke girseyî li dar xistin.

Bi hezaran kes li nava kampê li hev civiyan û saet di 09:00 de ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta ber konê çalakiyê meşiyan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û HPG'ê û pankarta bi nivîsa "Kes nikare roja me tarî bikin" hatin hildan.

Çalakgeran tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "15'ê Sibatê şerma cîhanê ye" qîriyan.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Bûdak li ber konê çalakiyê daxuyanî da.

Fîlîz Bûdak bal kişand ser Komploya Navneteweyî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got: "Kesek nikare vîna Serok Apo ya ku xwe gihandî bi milyonan û şerê gelê şoreşgerî têk bibe. Li ser vê bingehê em dibêjin ji bo em bikaribin jiyaneke birûmet û azad bijîn, pêwîste tecrîda Îmralî were şikandin, Rêberê gelan, pêşengê sedsala 21’an Rêber Apo bi awayek fîzîkî were azadkirin. Her wiha ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareserkirin pêwîste Rêber Apo were azad kirin. Ji bo wê em bang li hemû gelên Kurdistanê, hêzên demokrat, aliyên mirovperwer û xwedî wijdan dikin ku li derdora Îmraliyê bibin yek, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan. Hêzên ku niha bêdeng dibin, wê di rûpelên dîroka Kurdistanê de weke hêzên rûreş, komploger û îxanetkar were naskirin. Yên ku dixwazin di paşeroja gelê Kurd de li kêleka gelê Kurd cih bigrin û vê serfiraziyê bijîn, divê dakevin qadan."

Daxuyanî bi dirûşmên 'Bê Serok Jiyan Nabe', 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.