Şêniyên Mexmûrê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê şermezar kirin
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê yên li ser gelê Kurd û qadên gerîla bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê yên li ser gelê Kurd û qadên gerîla bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser qadên gerîla, Mexmûr û Şengalê bi meşekî girseyî şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê dest pê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir.
Di nava meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK û KCK’ê, her wiha dovîzên ku li ser ‘Kurdistan ne mala Barzan e, warê hemû Kurdan e’, ‘Em dagirkeran di welatê xwe de naxwazin’ û ‘Em berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin’ hatibûn nivîsandin, hatin hildan. Dirûşmeyên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
Li ber derê NY’î ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê û bi taybet ji bo şehîdên Xelîfanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên Mexmûrê Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Pakistan Bîlen axivî.
Bîlen di destpêka axaftina xwe de şehîdên Xelîfanê bi bîr anî û êrişên PDK’ê yên li ser gerîla şermezar kir û got; “Ji aliyê PDK’ê ve li herêma Xelîfanê, 7 gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine şehîd xistin. Em van kiryarên bê exlaqane yên PDK’ê bi tûndî şermezar dikin. Êdî PDK ne tenê hevkariya dewleta Tirk dike, rasterast bûye leşkerên Erdogan. Lê bila PDK û dewleta Tirk baş bizanin ku ew nagihijin armancên xwe. Ev bi heyvan e, dewleta Tirk êrîşî hêzên me ên berxwedêr dikin û heta niha jî ne gihiştine armanca xwe. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedaniya xwe, leşkerên dewleta Tirk têk birine. PDK’ê di vê êrîşa li ser Herêma Parastina Medyayê de heta dawî îxaneta xwe da xûyakirin û niha jî rasterast êrişê gerîlayên me dike. Em van êrişan qebûl nakin. Pêwîst e êdî gelê Başûr rastiya PDK’ê bibîne û li dijî îxanetê serî hilde. PDK jî baş dizane ku bi van kiryaran wê têk biçe, ji bo wê jî niha xwe avêtiye ber lingê dewleta Tirk a faşîst. Lê bila mala Barzan baş bizane ku wê gelê Kurd tola îxanetê hilîne.”
Pakistan di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrişa dewleta Tirk ya li ser Mexmûrê û da zanîn ku armanca van êrişan belevkirina wargehê ye û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk û PDK her tim li Şengal, Rojava û Mexmûrê êrişên hewayî pêk tîne. PDK û Iraq bi bêdingiya xwe û bi rêdayînê alîkariya dewleta Tirk dike. Beriya niha du rojan jî êrişê me kirin û bombe li ser malên me de barandin. Armanca van dagirkeran, belavkirin e û dixwaze me ji doza me dûr bixînin. Dewleta Tirk û PDK ji yekrêzî girêdanbûna me ya bi Rêber Apo re ditirse. Ji bo wê jî dixwaze me parçe bi parçe bike. Lê bila dewleta Tirk û PDK baş bizane ku em ji êrîş û komployên wan natirsin. Emê heta dawî wek van 28 salên borî bi berxwedaniya xwe armanca wan pûç bikin.”
Herî dawî Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Pakistan Bîlen, bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet gelê Başûr kir da ku li dijî xiyaneta û dagirkeriyê dakevin qadan.
Meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.