Şêniyên Mexmûrê bi meşekê berxwedana 4 salan a Efrînê silav kirin

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê meşek girseyî lidarxistin û berxwedana Efrîniyan ya li hemberî dagirkeriyê silav kirin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 20’ê Çile 2018’an û silavkirina berxwedana serdemê û têkoşîna Efrîniyan ya ji bo vegera xaka xwe li her devera Kurdistan û derweyî welat didome.

Şêniyên wargeha Mexmûrê saet 14:00’an li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ber bi kona nobetê ya li hemberî hewldanên dewleta Iraqê yê ji bo têlkirina dora wargehê hatî vedan, dest bi meşê kirin. Di meşê de alên PKK, KJK û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Bijî berxwedana Efrînê”, “Mexmûr ligel Efrînê ye” û “Wê faşîzm di Efrînê de têk biçe” hatin vekirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

Dema girse gihîşt ber kona nobetê, li wir daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Filîz Bûdak ve hat dayin. Beriya daxuyanî were dayin di şexsê şehîdên Berxwedana Sedemê de ji bo tevahî şehîdên azadiyê deqîqeyekê rêz hat girtin.

Bûdak di destpêka daxuyaniyê de berxwedaniya Efrîniyan silav kir û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kir û got, “Em ji Mexmûrê heya bi Efrînê silavan ji hêzên Berxwedana Serdemê re dişînin. Weke tê zanîn beriya niha bi 4 salan li Efrînê têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa li beramberî dagirkeriyê hatiye raberkirin; li Efrînê hêza duyemîn a NATO’yê ango artêşa dewleta Tirkiyê êriş bire ser gelê Efrînê, bi vê yekê re hemû destketiyên gelê Rojavayê Kurdistanê bû hedef.”

Bûdak di dewamê de îşaret bi berxwedaniya li hemberî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û wiha pêde çû; “Rexmê ku Efrîn hatiye dagirkirin lê berxwedaniyeke bêhempa li wargehên Vegerê, Şehba û Berxwedanê hatiye pêkanîn. Hêzên Tirk ku difikirîn wê bi dagirkirina Efrînê re Efrînî ber bi Tirkiyê ve koçber bibin, ew xeyalên wan hate pûçkirin. Gelê Efrînê li wargehên Şehba, Berxwedan û Vegerê xwe bi rêxistin kir, jiyana xwe li gorî pêngava duyemîn a berxwedanê rêxistin kir û heya roja îro dibêjin em ê vegerin Efrînê û em ê Efrînê rizgar bikin. Ji ber vê yekê erkek li pêşiya civaka Kurd û hêzên parastina gel e ku di pêngava yekemîn de rizgarkirina Efrînê be, pêngava yekemîn wê derxistina hêzên dagirker ji Efrînê be. Berxwedana ku îro tê meşandin di vê astê de ye.”

Bûdak di dawiyê de anî ziman ku roja îro li Efrînê destketiyên gelê Kurd, statûya Rojavayê Kurdistanê, xweseriya ku li Kurdistanê tê xwestin were avakirin û netewa demokratîk hedef e û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Êrişên li ser Efrînê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber ku me baş dît heman hewldan li ser Girê Spî û Kobanê û li serê herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê xwestin pêş bixin. Ew êriş heta niha jî berdewam in. Tenê bi Efrînê re sînordar nemaye. Heta zêdetir bûye, li ser Şengalê jî heman tişt dixwaze were pêşxistin. Li cihê ku ev sîstem hatiye avakirin yek Rojava, yek Şengal û yek jî Mexmûr e; ji ber vê yekê êrişên ku li ser wan her sê deveran tê meşandin, êrişên li ser îradebûyîn, xweserî û li ser pergala netewa demokratîk e. Vê çaxê pêwîst e berxwedana me bi xurtkirina pergala netewa demokratîk bidome, encax bi vî şêwazî em dikarin bêjin ku sala pêşiya me bibe sala azadiya Efrînê, bibe sala vegera Efrîniyan li Efrînê û wê bibe sala têkçûna hêzên dagirker, talanker ku bi hemû şêwazî îro dixwazin Efrînê talan bikin û wana bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Li ser vê esasê em berxwedana Efrînê silav dikin, em hemû şehîdên Efrînê û yên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.