Şêniyên Kerkûkê: Berxwdana gerîla ji bo hebûna me ye

Sazî û dezgehên sivîl jî di nav de bi dehan kesên ku li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê kom bûn, nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê dan. Ferec got: “Berxwedan gerîla ji bo hebûnê ye.”

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, nûnerên sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîr, çalakvanên siyasî jî di nav de bi dehan kes êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li ser navê girseyê nivîskar û rewşenbîr Letîf Fatîh Ferec axivî. Ferec bal kişand ser bêdnegiya li hember êrîşên dagirkeriyê yên di serî de li ser xaka Başûrê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Şerê niha heye şerê şerê di navbera aliyek xiyanetkare û gelê xwe biçûk nîşan dide, aliyê din jî lehengiye, ji bo gelê xwe şer dike û civaka xwe azad bike û serbilinde.”

Ferec diyar kir ku dagirker bê ku xweza û lawairan li ber çav bigire êrîş dike û talanê pêk tîne.

Ferec qala bêdengî û hevkariya aliyên Başûrê Kurdistan ên li gel dagirkeran cih digre jî kir û got: “Mixabin bêdengiyek mezin heye. Serkêşiya vê bêdengiyê jî Partiya Demokratîk a Kurd (PDK) dike. Li pey wan hîzbên din û dîsa kesayet û rewşenbîr, mamosteyên olî ên.”

Nivîskar û Rewşenbîr Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha domand: “Şerê gerîla niha yên li ser çiyayên Kurdistanê dike, şerê hebûna me ye. Şerê tê kirin, şerê azadiyê ye. Ji bo wê ye ku divê mirov bêdeng nemîne.”

Ferec wiha got: “Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşîn serketina gerîla û têkçûna dewleta Tirk e. Serdana rêveberên Tirk a eniyên şer ne, serketin şikestina wan e. Şerê me şerê azadiya mirovahiyê ye. Teqez serketin a me ye.”

Ferec bang li hemû hêz û aliyên demokrat ên li kîjan aliyê cîhan dibe bila bibe kir ku xwedî li mafê gelên bindest û azadîxwaz derkevin, aliyên bê vîn, teslîmkar û xiyanetkar qebûl nekin.