Şêniyên Başûr: Em bang li hêzên li Zînî Wertê dikin ku xwe vekişînin

Girseya gel a ku destûr nehate dayin ku xwe bigihîne Zînî Wertê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, "Em piştgiriya daxwazên xelkê Zînî Wertê dikin. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê.”

Ji bo hêzên çûne Zînî Wertê bicihbûne û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, biryar bû ku îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşek girseyî lidar bixin. Lê girseya gel a ku dixwest ber bi Zînî Wertê ve bimeşe, ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin.

Girseyê li seytera Qemteran daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de çalakvanê civaka sivîl Dilşad Mîranî nerazîbûna xwe hemberî astengkirina girseya gel a ji aliyê asayîşê ve nîşanda û got; "Mixabin me sedan kîlometre ji bo em peyama aştiyê û daxwaza xelkê Kurdistanê bigihînin, derbas kir. Lê em li seytereya Raperîn hatin asteng kirin. Ev hêzane ne tenê astengiyê ji me re çêkirine, di heman demê de astengiyê ji dayîkên şehîdan û malbatên şehîdan re jî çêkirine. Dayîkên ku zarokên wan di şerê navxweyî de şehîd bûne û dilê wan şewitîne, dizanin dilşewitîn çiye. Ji bo vê daxwaza me û hemû malbatên şehîdan ew e ku ew hêzên li Zînî Wertê vegerin cihên xwe. Em bang li Hikumeta Iraqê jî dikin êdî re nede dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê bike."

Piştre li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê parlamentera berê Geşe Dara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Em ji bo aştî, aramî û yekîtiya gelê Kurd, ji bo parastina destkeftiyên xebata rizgarîxwaz û têkbirina pîlanên dagirkeran, ji bo dûrxistina agirê şerê navxweyî, ji bo piştgiriya daxwazên xelkê, parastina asayîş, xak û xelkê Kurdistanê îro hatine vê derê.

Bê guman ew dagirkerî, dagirkeriya li ser Kurdistan û egera şer a li vê herêmê, metirsiyek mezin li ser yekîtiya neteweyî a hemû gelê Kurd çêdike. Ev pîlana dagirkerên Kurdistanê ye û divê em hemû, bi hemû awayek li hember derkevin. Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ji bo daxwazên xelkê Zînî Wertê didin nîşandan. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê."