Şengalî bi dirûşma, 'Xweserî Mafê me ye' meşiyan

Bi hezaran Şengalî li Sinûnê bi dirûşma, “Xweserî mafê me ye, em mafê xwe dixwazin” li dijî hewldanên pêkanîna 9’ê Cotmehê, zextên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.


Pêkhateyên Şengalê îro bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, zêdebûn û berbelavbûna artêşa Iraqê li herêmê, zextên hikûmeta Mistefa Kazimî ya li ser Êzîdiyan meşiyan. Meşa girseyî bi dirûşma, “Xweserî Mafê me ye, em mafê xwe dixwazin” hate lidarxistin.

Meşa ku ji qada Şehîd Zerdeşt ya navçeya Sinûnê destpêkir, heya Çerxerêya Sinûnê dewam kir. Di meşê de bi sedan wêneyên şehîdên Êzîdxanê hatin rakirin û timî dirûşmên, “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Namirin” hatin gotin.

Li çerxerêya Sinûnê bi navê girseyê daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê Cigirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de 4 daxwazên girîng pêşkêşê hikûmeta federal a Iraqê hate kirin û bangên girîng li civaka Êzidî û bi taybet jî li pêkhateyên Şengalê hate kirin.

Daxuyanî bi vî awayî ye;

“Di dîroka me Êzidiyan de gelek merheleyên girîng hene ku li hemberî hebûna me, axa me, baweriya me fermana tunekirinê hatiye dayîn. Di van hemû êrîşan de jî quweta me ya esasî baweriya me ya kevnar, çiyayê me yê pîroz û berxwedana gelê me bû. Me ev hemû êrîş derbas kirin û me xwe gihand qirna 21’emîn. Bi taybet piştî fermana 03.08.2014’an, ji bo em car din bi fermanan re rû bi rû nemînin me bi fikreke nû dest bi avakirina jiyana azad û projeya Xweseriya Şengalê kir. Di nav van 8 salên dawî de me ji milekî ve axa xwe li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê û hevkarên wê parast û ji milekî ve me sîstema xwe ya xwerêvebirin û xweparastinê pêş xist. Ji bo vê jî me bi sedan keç û xortên xwe kirin cangorî ji bo Şengaleke xweser û azad.

Niha car din Şengala pîroz û qedîm bi planên nû yên fermanê re rû bi rû ye. Plana 9’ê Cotmehê ku ji aliyê civaka me ve wekî fermana nû hatibû binavkirin, di esasê xwe de planeke şer e ku dixwaze îradeya civaka me tune bike. Ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya niha bi gelek rê û rêbazên cûda xwestin vê planê bixin meriyetê lê me bi ked, bawerî û berxwedaneke mezin rê li ber girt.

Lê em niha dibînin ku ev plana ku bi destê hikumeta Kazimî û PDK’ê, her wiha bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên navneteweyî hatiye amadekirin, dixwazin car din li me ferz bikin. Bi taybet piştî hilbijartinên Iraqê êrîşên li ser Şengalê giran û berfireh dibin. Di 7’ê Kanûnê de pêşengê civaka me Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bi êrîşeke bêbext şehîd xistin. Pey re di 11’ê Kanûnê de Meclîsa Gel a Xanesorê ku îradeya gel temsîl dike bombebaran kirin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker têr nekir, vê carê artêşa Iraqê êrîşî ciwanên Êzidî kir û heya niha 3 ciwanên me girtî ne.

Li hemberî van êrîşên giran tu helwesteke hikumeta Kazimî û hêzên navneteweyî çênebûn. PDK jixwe li benda wê xeyalê ku car din vegere Şengalê û hewl dide van êrîşan rewa bike û îxaneta xwe gihandiye asta herî jor. Hikûmeta Kazimî ku ji bo serweriya Iraqê li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan neda, bi hinceta peykerê fermandarê mezin Ş.Zerdeşt, bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê şand Şengalê. Wekî ku li Şengalê bi dewletekî re şer heye, niha ev artêş xwe li her derî bicih kiriye. Herî dawî jî di 21’ê Çileyê de zarokên Êzidxanê, fermandar Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan di êrîşa dewleta tirk de şehîd ketin. Em baş dizanin ku ev hemû êrîş, zext, dorpêçkirin û gefên li ser Şengalê bi hev ve girêdayî ne. Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî jî bi bêdengiya xwe hevkar û piştevanên van êrîşan in.

Lê em ji vê derê car din ji herkesî re jî radigihînin. Bi êrîş, zext, gef û dorpêçkirinê kes nikare îradeya me û gelê me bişkîne. Di dema fermanê de, di serî de PDK û artêşa Iraqê herkes ji ber çeteyên hov ên DAIŞ’ê reviyan, lê me li ber xwe da û em biserketin. Û em dibêjin kî dibe bila bibe, eger bixwaze îradeya me tune bike, heqaretê li şehîdên me, li bîr û baweriya me bike emê bi hemû hêza xwe li ber bisekinin.

Em ji vir car din bang li hêzên siyasî yên Iraqî û hêzên navneteweyî dikin. Em Rêveberiya Xweser a Şengalê xwedî projeya çareseriyê ne. Em alîgir û piştevanê diyalog û çareseriyê ne. Em amade ne ku bi dewleta Iraqê re rewşa siyasî, îdarî û civakî ya Şengalê nîqaş bikin û bigihin çareseriyeke hevbeş. Ev êrîş û gefên li ser Şengalê ne di berjewendiya Iraqê de ne. Eger dewleta Iraqê bi Şengalê re çareseriyê pêş bixe wê xurt û serwer bibe. Şer û pevçûna li Şengalê tenê di berjewendiya PDK, dewleta tirk a dagirker û hin aliyên siyasî yên Iraqî de ye. Bila tu kes hesabên xwe yên siyasî, hesabên xwe yên desthilatdariyê û hikumeta nû li ser Şengalê nemeşîne.

Ji bo li Şengalê rê li ber alozî û pevçûnan bê girtin û zemîna diyalog û çareseriyê xurt bibe em vê bangê li hikumeta Kazimî, aliyên siyasî yên Iraqê û hêzên navneteweyî dikin;

– Me navê ku artêşa Iraqê wekî ku şerê dewletekî dike xwe li nav gelê Şengalê de evçend bicih bike. Berpirsyariya esasî ya artêşê tê zanîn û lazim e artêş vekişe ser xet û erka xwe ya esasî.

– Ev ji mehekî zêdetir e 3 ciwanên Êzidî bêsebep û bêguneh hatine girtin û ew birine Telaferê. Lazim e di demekî kurt de ev ciwanên Êzidî serbest bêne berdan.

– Fermandar Zerdeşt, yek ji remzên pîroz ên civaka Êzidî ye. Wî li ber DAIŞ’ê Şengalê û Êzdiyatiyê parastiye. Ji ber vê heqîqetê lazim e peykerê wî teslîmî civaka Êzidî were kirin.

– Ji ber liv û tevgera wesayîtên artêşê, li Sinûnê qezayek rû de û di encamê de 2 zarokên me canê xwe ji dest dan. Piştî vê qezayê, hin leşkerên artêşê wekî şahiyeke pîroz dikin tevgeriyan. Lazim e ji wan kesên berpirsyar hesab were xwestin ku car din ev bûyer dûbare nebin.

Em her wiha bang li gelê Şengalê û civaka Êzidî dikin, ji bo xewn û xeyalên şehîdan, ji bo Şengaleke xweser û azad lazim e em ji her demê zêdetir tifaqa xwe xurt bikin, li dora sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kom bibin û bi helwesta xwe ya civakî rê li ber pêla êrîşan bigirin.”