Şengalê dest bi pêngava 'Bes e ji qirkirin û fermanê, dema xweseriyê ye' kir

Rêveberî û xelkê Şengalê, li dijî êriş û dek û dolabên li ser Şengalê tên gerandin, bi dirûşma 'Bes e ji qirkirin û fermanan re, dema xweseriyê ye' dest bi pêvajo û pêngaveke nû kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo pêvajoya dawî ya li Şengal û Iraqê binirxîne bi awarte civiya. Di civînê rêveberiya Meclîsa Xweser, endam û xelkê Şengalê di bin dirûşmeya ‘Bes e ji qirkirin û fermanan re, dema xweseriyê ye' amade bûn. Di civînê de pêvajoya siyasî, qeyran û aloziyên li Şengal, Iraq û herêmê pêk tên hatin gotûbêjkirin. Civîna MXDŞ’ê ya danekî rojê dewam kirî bi danezanekê encamnameya wê hate eşkerekirin û plansaziya dema pêş hate ragihandin.

Danezan wiha ye:

"Me di pêvajoyeke girîng û hestiyar de civîna xwe lidarxist. Di vê çarçoveyê de di civînê de me bûyerên li Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistan û herêmê diqewimin gotûbêj kirin. Di vê pêvajoyê de li herêmê qeyran û aloziyeke kûr heye. Pirsgirêkên heyî heta niha bi ti awayî nehatiye çareserkirin, berovajî ji bo ku desthilat û hikumetên heyî nebûne xwedî siyaset û nêzikatiyeke hemêzker, demokratîk ji çareseriyê wêdetir pirsgirêk kûrtir bûne.

Her wiha di vê pêvajoyê de zilhêz û hevkar û nokerên wan ji ber vê rewşa herêm tê de destê xwe dirêjî nav karê hundirîn ên herêmê kirine û xwestine li gorî berjewendî û hesabên xwe rêkûpêk bikin. Van hêzan ti carî nexwestiye li herêmê aramî û çareserî pêk were.

Di dema pêş de li Iraqê pêvajoyeke hilbijartinê pêk tê. Di vê pêvajoyê de gelek hevdîtin, danûstandin û civînên me bi aliyan çêbûne û me nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo Şengal û herêmê ji wan re ragihandine. Lê belê heke ev hikumet guh nede daxwaz û vîna gelan wê nekare ji pirsgirêkên gel re bibe çareserî. Pêwîste hikumeta Iraqê baş bizanibe ku derveyî naskirina maf û hiqiqê gelan ti riyeke din a çareseriyê nîne.

Weke tê zanîn di vê pêvajoyê de dewleta Tirk di bin pêşengiya AKP-MHP de bi dîktatoriya Erdogan bi planên nû ku dixwazin Osmaniya nû mezin bixin rojevê û pêk bînin, di serî de Kurdistanê, êrîşî Şengal, Iraq, Sûriye û destê xwe bigihîne kû derê xwestiye dagir bike. Bi fermanên nû li seranserê Kurdistanê ji rojava bigire heta Şengalê dixwaze dagir bike. Lê belê di vê pêvajoyê de yekane hêza ku li hemberî vê feraseta dagirkerî ya faşîzma Tirk sekînî gerîlayê Kurdistanê û tevgera azadiyê bû, ev planên bi berxwedaneke bêhempa vala derdixe. Ev di berxwedana heftanînê de bi eşekere dibe ku dagirkerî negihiştiye armanca xwe.

'PIRSGIRÊK BI ÎRADEYA VÎ GELÎ DIKARE ÇARESER BIBE'

Hemû ferman û qirkirinên di serê civaka Êzidî de hatî bi pêşengiya dewleta Tirk hatine kirin. yê ku DAÎŞ mezinkirî û li ser me de dayî êrîşkirin jî dewleta Tirk bi xwe bû.

Weke meclîsa xweseriya demokratîk a Şengalê ev 6 sal in me bi berxwedaneke bê hempa ev êrîş vala derxistin û nehişt bigihêjin armanca xwe. Me li hemberî her cure êrîşan xwe parast. Di serî de hêza YBŞ-YJŞ, Asayîşa êzidxanê û bi gelê xwe û sazî dezgehên xwe ve me li ber xwe da û xwe rêxistin kir. Em bûn xwedî îrade û xwedî nasname.

Em dişopînin ku li derveyî rêveberiya Şengalê, ango îradeya vî gelî ya ji aliyê gel ve hatî pejirandin û xwe rêxistin kirî, li ser Şengal û Êzidiyan hevdîtin û plansazî tên kirin, daxuyanî tên dayîn. Yê ku bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê vê îradeyê, hêzên vî gelî yên rewa û meşrû esas bigire û bi wan re rûne çareser bike. Ji bilî vê em ti nêzikatiyê qebûl nakin û hemû hewldanên cuda yên weke xêrnexwaziyê dinirxînin. Di serî de siyaseta PDK'ê ya ku sê cara Şengal hiştî û civaka me di nav lepê dijminan de hiştî rast nabînin. Em weke civaka Êzidî û îradeya gelê xwe dibêjin ku heqê PDK'ê yê li ser Şengalê biaxive nîn e ku li ser Şengal û Êzidiyan hesab û bazaran bike.

'HÊZA REWA YBŞ, YJŞ, ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ YE'

Hêza rewa ya Şengal û Êzidiyan, hêza ku ji bo civaka me ji fermanan biparêze bedel û şehîd dayî, di serî de YBŞ-YJŞ, asayîşa êzidxanê û sazî û dezgehên MXDŞ’ê ne.

Em bang li hemû hêz partiyên Kurdistanî dikin ku ji bo xweseriya Şengal-Êzidxanê bi me re kar û xebat bikin.

BANGA LI RÊVEBERIYA IRAQÊ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Em beşeke xaka Iraqê ne, me ji bo vê gelek xwîn da. Em rêz ji destûra bingehîn a Iraqê re digirin. Tiştî ku em dixwazin li gorî destûr û qanûnên Iraqê ye. Me ti car xwe ji Iraqê cuda nedîtiye. Em ê weke civaka Êzidî li gorî destûra mafê xwe yê rewa, lewre xweseriya Şengalê ku di çarçoveya xala 125 de ye nêz dibin. Em li gorî vê xalê mijarê digirin dest û di çarçoveya pîvanên ‘Herêma Nenavendî’ de dixwazin xwe rêve bibin û niha jixwe em vê dikin.

Her wiha em bang li saziyên mafê mirovan Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî qirkirina ku li ser Êzidiyan hatî pêkanîn nas bikin û gavên pêwîst bên avêtin.

Di van demên dawî de hinek hêzên tarî destên xwe dirêjî Şengalê dikin û dixwazin tevlîheviyê derînin. Şengal bajar û herêmeke pêkvejiyanê ku gelek pêkhate têde bi hev re dijîn. Ev hêz vê pêkvejiyanê hedef digirin û dixwazin aramî û pergala heyî ji nav bibin, dijminatî bixin navbera pêkhateyan û tevlîheviyê derînin.

'GELÊ ME PÊL BI PÊL VEDIGERE SER XAKA XWE YA PÎROZ'

Em gelê xwe li hemberî fitne û lîstokên tên lîstin hişyar dikin. Divê gelê me li hemberî van lîstok û fitneyan hişyar be û destûr nedê. Armanca van lîstokan têkbirana pêkvejiyanê ye.

Gelê me li ser banga me pêl bi pêl vegire ser xaka xwe ya kevnar û pîroz. Ev ji bo me serfirazî, keyfxweşî û serkeftineke. Gelê me bi vegerê planên dijmin û neyaran vala derdixe û Şengal, Êzidxana xwe ji nû de ava û şîn dike.

PÊNGAVA 'BES E JI QIRKIRIN Û FERMANAN RE, DEMA XWESERIYÊ YE'

Lewre em li hemberî van geşendan û pêşveçûnan di bin dirûşmeya ‘Bese ji qirkirin û fermanan re dema xweseriyê ye’ pêngaveke nû didin destpêkirin

Li gorî vê plansaziya me ya dema pêş wiha ye:

Di çarçoveya siyasî û dîplomasî de dê bi hikumeta federal a Kurdistanê û hêzên Kurdistanî re,  hêzên navdewletî û saziyên demokratîk re hevdîtin bên kirin.

Dîsa dê hevdîtinên naxweyî yên bi hemû partî, eşîr, bavik û rêxistinên Êzidiyan re bên çêkirin.

Di pêngava civakî û rêxistinî de; hemû sazî û meclîsên me ji bo vala derxistina êrîş û lîstokên heyî, bi armanca bihistiyarkirin û rêxistinkirina gel civînan lidar bixin. Divê çarçoveyê de dê xebatên heyî  bên xurtkirin û gel bê asteke wisa ku ji bo xwe bi xwe bixebite û bibe hêz.

Dê malbatên vedigerin Şengalê bên ziyaretkirin û jê re alîkarî û xizmet bê kirin a heyî bê xurtkirin û bê rêxistinkirin.

Li ser pêvajoyê dê mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund civîn bên çêkirin û gel li hemberî metirsiyan bê hişyarkirin.

Hemû meclîsên me konferansên xwe yên hatî plankirin dê pêk bînin û amadekariyên kongeraya Meclîsa Xweser bê kirin.

Li ser esasê hemleyê dê çalakî bên destpêkirin. Di serî de bi tevlîbûna jin û ciwanan dê meşên girseyî bên rêkûpêk kirin.

Dîsa li ser esasê hemleyê dê îmze bên komkirin û mîtîngeke mezin bê çêkirin.

Êrîş ji kû derê tê bila were MXDŞ û gelê Şengalê dê li kêleka hêzên xwe YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bin, em ê li ber xwe bidin, xwe biparêzin û xwe rêxistin bikin.”