Şehîdên Parîsê li Kerkûkê hatin bîranîn

Li bajarê Kerkûkê bi merasîmekê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez hatin bibîranîn.

Çalakyên ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li Kurdistan û derveyî welat didomin.

Îro bi pêşengiya Tevgera Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) û bi tevlêbûna gelek jinên Kerkûkî merasîma bîranînê ji bo her sê jinên şoreşger hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan ve destpêkir. Piştre Endama RJAK’ê ya şaxa Kerkûkê  Sikala Samî têkildarê jiyana têkoşînî ya şehîd Sara (Sakîne Cansiz) semînarek pêşkêş kir.

Samî di semînarê de şehîdên Komkujiya Parîsê bibîr anî û bal kişande ser rola pêşengî ya her sê şoreşgeran ya ji bo jinan lîstinî û got, “Pêşeng di jiyanê de sembola watedayina jiyanê ne û şehadeta wan jî dersa girîng a jiyana azad dide civakê, bi taybetî eger pêşeng jin be bi temamî dibe fêrgeha jiyanê. Jin bi rengekî xweber herî zêde di nava xwe de nirxên menewî yên jiyanê dihewîne, lewma pergalên zordar û desthilat jî destpêkê jin dikin armanc û bi rêya derbkirina jinê civakê bi koletiyeke kûr re rû bi rû dikin.”

Di dewamê de Sikala Samî îşaret bi Sakîne Cansiz kir û diayr kir; “Heval Sakîne Cansiz yek ji jinên şoreşger û wêrek a di asta Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye û yekemîn jine ku di yekemîn pêngavên zehmet ên şoreş û têkoşînê de cih girtiye.”

Samî herî dawî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî; “Her sê jinên şoreşger di 9’ê Çile 2013’an de li naverasta Parîsê bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, lê dibe ku ew şoreşger weke fîzîkî nemabin lê belê bûne wolkana geşbûyîna şoreşa jinan.”

Piştî semnarê sînevîzyonek ya behsa jiyana têkoşînî ya her sê jinên şoreşger dikir hate nîşan dan.

Merasîm piştî sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.