Şehîdên Komkujiya Sikêniyê hatin bibîranîn

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bi boneya salvegera 1’emîn a êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser nexweşxaneya Sikêniyê de daxuyaniyek da.

Di 17’ê Tebaxa 2021’an de dewleta Tirk a dagirker, bi balafiran êrîşê Nexweşxaneya Sikêniyê kir û di encamê de 8 xebatkarên tenduristiyê û Şervanên YBŞ’ê Şehîd bûn. Bi boneya salvegera yekemîn a  êrîşê, Komîteya Tendurustiyê ya Şengalê, daxuyaniyek da û şehîdên Komkujiya Sikêniyê bi bîr anîn.

Daxuyanî, bi tevlêbûyîna endamên Komîteya Tendurustiyê li cihê ku êrîş lê pêk hat, hate dayîn. Daxuyanî, ji aliyê Endamê Komîteya TendurustiyêTehsîn Şengalî ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Komkujiya Sikêniyê hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Salek derbas bû ku nexweşxaneya me ya xizmeta vê civakê bi hemû pêkhateyên xwe dikir, rastî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk hat. Di vê rojê de em tevahiya hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Wek tê zanîn, dewleta Tirk ji dema Fermana 3’yê Tebaxê ve bi hincetên cuda êrîşê ser gelê me dike. Hikûmeta Iraqê jî rê li ber van êrîşa negirtiye û bêdengî hilbijartiye. Ji ber vê bêdengiyê wê hertim kiryarên dewleta Tirk li ser axa Iraqê dubare bibin.

Ev êrîş, herî dawî di 17’ê Tebaxa 2021’î de gihîştin wê astê ku nexweşxaneya me ya Sikêniyê bikin hedef û di encamê de 8 hevalên me şehîd bûn. Em wek Komîteya Tendurustiyê ya Şengalê vê êrîşê şermezar dikin û bang li hemû saziyên parastina mafê mirovan dikin, li hemberê van kiriyaran bi erka xwe rabin. Ji ber ku ev karê me li vir bi rê ve dibir, ji bo mirovahiyê bû. Li vê herêmê rêxistinên mafê mirovan tune bûn ku xizmeta vî gelî bikin. Ji dema fermanê ve gelê me yê li van herêman bê xizmetên tenduristî bûn. Li ser esasê çareserkirina pisgirêkên gel, ev navenda me hat vekirin.”

Di daxuyanyê de hate diyakirin ku ji dema êrîş li ser vê navendê pêkhatiye heta bi niha gelê herêmê bê xizmet maye û rê li ber van êrîşan nehatiya girtin û wiha lê hat dewamkirin: “Ev êrîş bêrêzî ye li hember hemû qanûnên navdewletî û sûcên şer. Dewleta Tirk, ne tenê li Şengalê sûcên şer dike, di heman demê de li herêmên gerîla û Başûrê Kurdistanê jî bi çekên qedexekirî êrîşan dike. Di vê kêliya em tê de ne jî metirsî heye ku êrîş pêk werin, ji ber ku heya niha tu helwesta raya giştî li ser van êrîşan çênebûye.“