Şehîdên Hesekê wê li Silêmaniyeyê bi merasîmekê bêne bîranîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê wê li navenda xwe bi merasîmekê 121 şehîdên Hesekê bibîr bînin.

Di berxwedana li Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de 121 şervan û welatî şehîd bûbûn. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê wê van şehîdan bi merasîmekê li navenda xwe bibîr bînin.

Têkildarî merasîma bîranînê Nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen agahî da ANF’ê û diyar kir ku wê 121 berxwedêrên li Hesekê pêşiya terorîstên DAÎŞ’ê girt û cîhan ji terorê parast merasîmeke ya bîranînê li dar bixin. 

Hesen diyar kir ku wê merasîm li navenda wan a li taxa Bextiyarî ya parêzgeha Silêmanî roja Pêncşem û Înê dom bike. Hesen diyar kir ku wê van du rojan nûnertiya wan saet 10:00 heta 17:00’ê êvarî vekirîbe ku her sazî û kesayet bên serdan bikin û hevxemiya xwe bi wan re parve bikin.