Şehîdê azadiyê li Lûzernê hatin bibîranîn

Ji bo endamê asayîşê Îsmaîl Yûsûf ê 10’ê Tebaxa 2019’an dema li Tebqa di encama êrîşa bombeyî de şehîd bû, li bajarê Lûzernê ya Swîsreyê bîranînek hate lidarxistin.

Bîranîna ku ji aliyê PYD Swîsre ve hate organîzekirin, li Navenda Civaka Kurdistanî ya Demokratîk (NCKD) pêk hat. Bîranîna ku xizmên şehîd jî tevlî bû bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî axaftinên Komîsyona Malbatên Şehîdan û xizmên şehîd û şûnde nûnera PYD Ewropa Zozan Dêrik axivî.

Dêrik bal kişand ser têkoşîna li Rojava ya gelê Kurd a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û got: “Li pêşberî têkoşîna birûmet û bi maf a gelê Kurd hemû polîtîkayên îmha û înkarê wê têk biçin.”

Piştî axaftina Dêrik bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.