Şehîdê Avaşînê Bahoz: Şoreş ji bo me rêya herî pîroz e

Şehîd Bahoz Rojhat ku bi çalakiyên li Avaşînê û bi keda ku bi salan dayî tê naskirin, bû yek ji sembola berxwedana pêngava Bazên Zagrosê. Bahoz, beriya ku şehîd bibe gotibû rêya şoreşa ji bo wî rêya herî pîroz e.

Şehîd Bahoz Rojhat Rojîn bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li eyaleta Avaşînê pêşengî li gelek çalakiyan kir. Gerîla Bahoz ku ji Rihayê ye û 2014'an tevlî nav gerîla bûyî li qada Ava^nê ku di di navbeyna artêşa Tirk a faşîst û hêzên gerîla de gelek şer lê çêbûne, beriya çalakiyeke ku tevlê bibe biryardariya xwe ji ANF'ê re nirxandiye û wiha gotiye: ''Plansaziyeke me ya çalakiyê heye ku me danye ber xwe. Em ê jî tevlî vê plansaziyê bibin. Em dixwazin çalakiyeke karîger bikin.


Ji bo bîranîna hevalên ku li eyaletê şehîd bûne û tola wan, her wiha ji bo ku em ji vê pêvajoyê re bibin bersiv em ê vê çalakiyê bikin. Em dixwazin li van deran ku dijmin hewl dide lê bi cih bibe, jê weye ku xwe saxlem kiriye an jî ji gerîla xwe dihemîne, bi çalakiya ku em ê bikin em dixwazin dixwazin tam li van deran li dilê dijmin bidin. Hemû hevalên ku wê tevlî vê çalakiyê bibin li vê armancê asê bûn. Dema ku em gihaştine cihê çalakiyê û dema wê hat em ê nîşanî wan bidin bê ka gerîla çawa dikeve qan kelehên ku ji wan weye ku pir saxlem in an jî wan mewziyên ku ew qas mesref lê kirine.''

WEKE HEVRÊYÊ FERMANDAR SERHED LI NAV BERXWEDANÊ CIHÊ XWE GIRT

Gerîla Bahoz ku bi rengekî serkeftî ji vê çalakiyê derketî weke ku di gotinên xwe de jî gotî heta bi mewziyên dijmin çûye û derbên giran li dagirkeran dabû. Dema operasyonê ji bo ku mudaheleyî wan leşkeran bike ku dixwestin qada Mam Reşo dagir bikin, gerîla Bahoz ku 11'ê Gulana 2021'an ketî rê, beriya ku biçe vê çalakiyê gotibû: ''Li qadê şerekî giran heye. Dawiyê ev şoreş e û di vê şoreşê de hê wê xwîna gelek dilêran birije. Yek ji van dilêran dibe ku em jî bin. Ji bo me rêya herî pîroz ev e. Bi pêşengiya Fermandar Serhd berxwedanekê dest pê kiriye, em hevreyên wî û şervanên wî jî dixwazin tevlê bibin.''

Gerîla Bahoz Rojhat Rojîn dema ku diçû çalakiyê bi 5 hevalên xwe re bi bombebarana artêşa Tirk a faşîst şehîd bû. Bahoz ku bi çalakiyên li Avaşînê kirî û bi keda bi salan dayî dihate naskirin, bû yek ji sembola berxwedanê ya berxwedana li eniya Avaşînê ya pêngava Bazên Zagrosê.