Şehîd Viyan Soran li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn

Fermandara YJA-Starê Viyan Soran li Navenda Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ya li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn.

Danê êvarê saet 16:00’an li bajarê Kerkûkê, RJAK’ê bi minasebetea 15’mîn salvegera şehadeta Fermandara YJA-Starê Viyan Soran (Leyla Valî Hisên) merasîmeke bîranînê lidar xist.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên her çar beşên Kurdistanê destpêkir. Piştre jiyannameya Şehîd Viyan Soran hate xwendin.

Jiyannameya Şehîd ku ji aliyê endama Meclîsa RJAK’ê Zêrîne Tacedîn ve hat xwendin. Di jiyannameyê de hatibû gotin, “Fermandara YJA-Starê Viyan Soran (Leyla Valî Hisên) sala 2066’an li Heftenînê li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê bedena xwe da ber agir. Biryardarî, îrade, hêza têkoşînê û evîndariya ji bo azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan re hişt.

Leyla Valî Hesen (Viyan Soran) sala 1987’an li bajarê Silêmanî di nav malbatek ji eşîra Caf de jidayik bûye. Ligel xwişka xwe biryara tevlêbûna nav refên gerîla didin. Dema ku malbata wê lê dixwazin ku ji biryara xwe poşman bibe, ji wan re dibêje; ‘Bi ti awayî ez bi we re nayim. Ez diçim wê cihê ku daxwaz û xwesteka xwe ya azadiyê pêk bînim’.

Viyan Soran ji ber jêhatîbûniya xwe piştî tevlêbû bi salekê di nava şert û mercekî zehmet û dijwar de xwe gihande asta fermandariya Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star). Di hemû kêliyên jiyana xwe de li ser hişmendiya jin israr dikir û rola xwe ya pêşengiyê dilîst. Di heman demê de ji ber helwest û kêrhatiyên wê di nava PKK’ê de navê wê belav bû.

Di wan salên ku Viyan Soran li çiyayan di nava têkoşînê de bû, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêkhat. Li dijî wê komployê bi dehan gerîla û welatparêz li kolan, bajar û girtîgehan û li Ewropayê bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” çalakiyên fedayî pêkanîn û bi mebesta nerazîbûnê agir li bedena xwe berdan.

Sala 2006’an dema ku ji aliyê dewleta Tirk tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girankirin, Viyan Soran ji bo şermezarkirin û dijberiya li hemberî vê komployê xwe kir beşek ji çalakiyên fedayî yên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û şeva 1-2’ê Sibata 2006’an li Heftenînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.”

Piştî xwendina jiyannameya Şehîd Viyan Soran, nameyên wê jî hatin xwendin. Piştre belgefîlmek derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Viyan Soran hat pêşkêşkirin.

Merasîm piştî belgefîlmê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.