Şehîd Azad Êzdîn li Şengalê hate bîranîn

Yek ji fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hate bîranîn.

Di 21’ê Çileyê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd ketin. Di 22’ê Çileyê de  ji bo herdu cangoriyan li Xanesor û Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê hatin vedan. Lê konê sersaxiyê ê ji bo Şehîd Enwer Tolhidan  ku ji aliyê malbata wî ve li Kampên ser bi Dihokê ve hatibûn vedan, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve kon hate rakirin. Malbat neçar man ku konê sersaxiyê li ser axa ku Enwer lê şehîd ketiye li Xanesorê vedin. Konê ji bo Şehîd Azad ku ev sê roj in li ber mala wî a li Xanesorê hatibû vedan bi sedan kesî seredana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Konê sersaxiyê îro bi merasimekê bi dawî bû. 

Di merasîmê de li ser navê malbata Şehîd Azad, Rojhat Qîranî axivî. Qîranî di serî de sersaxî ji tevahiya gelê Êzidî re xwest û got,  “Heval Azad serê xwe ji bo parastina Şengala pîroz û rizgarkirina dayik û xuşkên me ên ku ketina destê çeteyan de da. Em wek malbata heval Azad şikiriya xwe ji Xwedê dixwazin ku Azad serê xwe ji bo pîroziyên xwe kir qurban. Di 3’ê  Tebaxa 2014’an de dema dijminê koka Êzdiyan pişta xwe da me û Êzidî hemû bê firq û cidahî firotin, wê demê heval Azad berê xwe da nav YBŞ’ê û civaka xwe parast. Ji bo parastina vê civakê heval Azad şev û rojên xwe kiribûn yek. Bila nebêjin me  Azad û Dijwar ji nava Êzdiyan xilas kirin. Îro bi hezaran Azad, Hemîd, Enwer û Zerdeşt ji nava Êzdiyan derketine û li ser rêya wan berdewam in. Em dibêjin bila serê civaka Êzidî û Rêber Apo sax be, şehîd wê her di dilê me de sax bin û ti car nemirin.”

Ji  fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Axîn Întîqam jî got, “Em di şexsê Heval Azad û Heval Enwer de soza xweya ji bo tolhildanê û Êzdixana xweser û azad dubare dikin. Em wek YBŞ û YJŞ’ê bi qehremanên wek heval Azad û Enwer, ku bi bi fikir û felsefeya rêber Apo ê ku  roj bi roj di nava canê me de mezin dibe û me digehîne serketinê, li ser piyan in. Ji dema fermanê de heval Azad şopa Êzdiyên resen, Êzdiyên  bi keramet ên ku serê xwe natewînin tevdigeriya. Ev yek ne tenê bi gotin belkî bi pratîka xwe jî dida jiyîn.”

Piştî axaftina li ser jiyan û têkoşîna şehîd Azad û şehîd Enwer sînevizyon hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.