Cenazeyê şehîd Agirbaş hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cîhan Agirbaş (Harûn Gever) ê ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûbû ji goristana bêkesan hate wergirtin û li Geverê hate veşartin.

Ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cîhan Agirbaş (Harûn Gever) ê ku di 13’ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû, serlêdan hatibû kirin. Bi mehan e cenaze nedidan malbatê, derketibû holê ku cenaze li goristana bêkesan hatiye veşartin.

Cenazeyê şehîd Cîhan Agirbaş ji goristana bêkesan hate wergirtin û li Goristana Akalin a Geverê hate veşartin.