Şaredariyên HDP'î ji nû ve bi bendan hatin dorpêçkirin

Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ku ji aliyê rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ve hate desteserkirin, bi bendan hatin dorpêçkirin.

Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê piştî ku ji aliyê rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ve hatin dorpêçkirin û qeyûm li wan hatin tayînkirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin dorpêçkirin. Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Wanê. Destpêkê bi wesayitên zirxî û gelek polîsan hatin dorpêçkirin, piştre deriyên avahiyên şaredariyan hatin şikandin û lêgerînê li nava avahiyên şaredariyan dest pê kir. Bendên polîsan ên ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê hatibûn rakirin ji nû ve hatin danîn.

Waliyê AKP'ê yê li Amedê Hasan Basrî Guzeloglû li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke qeyûm hate bicihkirin. Polîsên Tirk deriyên avahiya şaredariyê şikandin û ketin hundirê avahiya şaredariyê.

LI MÊRDÎNÊ JÎ POLÎSAN AVÊTIN SER AVAHIYA ŞAREDARIYÊ

Li Mêrdînê jî piştî ku Walî Mûstafa Yaman weke qeyûm hate tayînkirin polîsên Tirk avêtin ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Hate ragihandin bi gelek wesayitên zirxî û TOMA'yan avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin û destûr ji ketin û derketina avahiya şaredariyê nayê dayin. Hate ragihandin ku li hemû odeyên avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin.

Bendên polîsan ên li dora avahiya şaredariyê hatibûn rakirin ji nû ve hatin danîn.

Tê gotin ku li Amedê medya civakî jî hatiye astengkirin.