Şaredariya Qoserê ya desteserkirî, daran dibire

Tîmên Şaredariya Qoserê ya ku bi rêya qeyûm ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, nîvê şevê bi sedan dar rakir.

Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê nîvê şevê li navçeyê dest bi rakirina daran kir. Darên li kêleka rê ya li kolana Sanayî ya taxa Tûrgût Ozal, ji aliyê tîmên şaredariya desteserkirî ve bi kepçeyan hatin rakirin.

Darên ku ji şûna xwe hatin rakirin, bi qemyonan hatin birin.

Tê texmînkirin ku tîmên şaredariyê ji ber tirs û fikarê, nîvê şevê dar rakirine. Nayê zanîn ku dar çima hatine rakirin û bi ku ve birine.