Şaredariya qeyyûm yê AKP’ê gel mexdûr kiriye

Ji bo ku 2 jinên ku li gundên navçeya Çermikê ya Amedê nexweş ketinî rakin nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanên gundiyan ne şaredarî û ne jî îdareya rêyên bejahî neçûn alîkariyê.

Li Amedê ji ber barîna berfê rêyên gelek gund û navçeyan li hatûçûnê hatin girtin. Şaredariyên qeyûm ên AKP'ê xebatên xwêkirin û vekirina rêyan nakin. Ji nexweş û gelê Amedê yên ku dixwazin pêdiviyên xwe yên din ên bingehîn bi cih bînin, bi ti awayî alîkariya wan nayê kirin.

Her çend gundên Pamûklû û Yaylacık ên navçeya Çermikê ya Amedê ji çûn û hatinê re hatin girtin jî tevî ku ji bo 2 jinên ku nexweş ketine jî gelek caran li şaredarî û îdareya rêya bejahiyê geriyane lê ti gavek nehate avêtin.

Li Gundê Pamûklûyê jineke welatiyê Elman a ku navê wê nehat hînbûn ji ber ku nexweş ket hat xwestin ku rakin nexweşxaneyê. Tevî hewldana endamên meclîsa şaredariya bajêr jî, lê ji bo xebatên vekirina rê wesayît nehatin şandin.

Dîsa dema Hanim Polat a li Gundê Yaylacikê nexweş ketibû, neçar mabûn rakin servîsa lezgîn a nexweşxanê, lê ne ambûlans û ne jî rê hatin vekirin.

Şêniyên gund bi derfetên xwe hewl didin nexweşên xwe rakin nexweşxaneyê.