Wênegirê Fransî Laûrence Grangîen wêneyên ku li herêmên şer kişandî dide nasandin. Hunermendê ku li Nurnbergê dijî destpêka îsal li Rojavayê Kurdistanê geriya û wêne kişand. Grangîen wêneyên kişandî bi navê “Rojava: Ronahî û hebûn” li Navenda Çand û Perwerdê ya Sudpunk a şaredariya Nurnbergê di pêşengehêkê de nîşan da.
Yek ji wêneyan wêneyê ku qala parastina xweser ya jinan a li Rojava dike. Jineke çekdar bi alaya “Parastina Jin” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xuya dike. Wêne destpêkê ji aliyê çapemeniya Elman ve hedef hate nîşandan û piştre saziyên Tirk ên li bajêr û konsolosxaneya Tirk ji bo rakirina wêneyê kete nava hewldanan.
Şaredariya Nurnbergê tevî zextan li ber xwe da lê sefîrê Tirk ê li bajêr Serdar Denîz çû şaredariyê û bi Seroka Şaredariyê Ûlrîch Maly re civiya. Rayedarê Tirk di civînê de wêne weke “propagandya rêxistinê” bi nav kir û li ser gef û zextên rayedarên Tirk wêne ji pêşangehê hate derxistin.
Hunermend Laûrence Grangîen got ku ew li beramberî rakirina wêneyê ji aliyê şaredariya Nurnbergê ve şoke bûye û wiha got; “Di rastiyê de li ser zextên konsolosxaneya Tirk wêne di pêşangehê de bû reklam û nîşanî min da ku çiqasî karekî girîng min kiriye, divê mijarê de minnetdarê wa nim."