Şaredarê AKP'î yê Artemêtanê dest bi talan û birîna spîndaran kir

Şaredarê Artemêtanê yê AKP'î, bi îdîaya ku dibe sedema polenê û nexweşiyên alerjîk, dest bi birîna spîndaran kir. Şaredarê AKP'î yê talanker Îsmaîl Say heta niha bi hezaran dar birî.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ketibû, lê belê bi hinceta ku hevşaredarê HDP'î bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, mazbataya wî nedan wî û li şûna wî dan Îsmaîl Say ê AKP'î. Îsmaîl Say ê talanker êrişên xwe yên li dijî xwezayê didomîne. Spîndarên li kolana Îskeleyê beriya niha ji aliyê qeyûman ve hatibûn birîn. Niha jî spîndarên li navçeya Artemêtanê ku navçeya herî şênkahî ya Wanê ye, tên birîn.

ŞAHÎN: LI DIJÎ XWEZAYA ME ŞER DIKIN

Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MED) yek ji wan komeleyan e ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate girtin. Hevserokê berê yê MED'ê Fatîh Şahîn diyar kir ku ew li dijî wê zîhniyetê ne ku li hemberî xwezayê şer dike û xwezayê talan dike. Şahîn ragihand, ku ew bi fikar in talan û birîna spîndaran a li Artemêtanê dest pê kir li tevahiya bajêr belav bibe û got, "Dibe ku di nava çend salan de Waneke bêdar rû bide. Çawa ji we tê ku hûn li şûna çareseriyê radibin daran dibirin? Hûn çawa dikarin darên sedan salî yên bihîvê bibirin? Dar tên talankirin, tên birîn. Em bang li civakê dikin ku di vê mijarê de hesas bin."