Şapatan ev 16 roj in dişewite!

Li gundê Şapatanê ya Şemzînanê şewat ev 16 roj in didome.

Li gundê Şapatanê ya Şemzînan a Colemêrgê şewata ku hêzên dewleta Tirk 28’ê Tebaxê derxistin hê jî didome.

Şewat bi topên leşkerên Tirk derktibû û li sirtên ku 2 kîlometre ji navçeyê dûr in didome û ber bi Kaniya Qeymeqamiyê ve diçe. Gundiyên ku dixwazin şewatê bitefînin jî ji hêla leşkeran ve têne astengkirin. Şewat berdewam dike, li bejahiya Elde Serero deverên Dole, Serdolê, Hewrîsê, Kanîbotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtkê, Pavîzewarî, Bînsûlê bi temamî şewitîne.