Şandeyeke Rojava çû Başûrê Kurdistanê

Şandeyeke ku ji nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, çû başûrê Kurdistanê.

Hate ragihandin ku wê şande, li Başûrê Kurdistanê wê bi nûnerên partî û rayedarên hukumeta Başûrê Kurdistanêm re rêzehevdîtinan pêk bîne. Çavkaniyên nêzî şandeyê didin zanîn ku wê şande, mijarên mîna yekîtiya neteweyî û pêşeroja gelê Kurd, bi partî û saziyên başûrê Kurdistanê re gotûbêj bike.
Hate ragihandin ku di serdana şandeyê ku wê li Silêmanî û Hewlêrê heta çend rojan bidome de, wê hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî bê rojevê.

Wê serdanên destpêkê roja înê li Silêmaniyê dest pê bike.