Şandeyek ji Kurdên Feylî serdana Tevgera Azadî kir

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê şandeyek ji Kurdên Feylî ya ji Rêxistina bilind a ji bo demokrasî û Pêkvejiyînê serdana meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê kir.

Şandeyek ji Kurdên Feylî ya ji Rêxistina bilind a ji bo demokrasî û Pêkvejiyînê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê serdana Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir û ji aliyê hevserokê meclîs û endamên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di civînê de li ser rewşa bajar, pêkve demokratîzekirina civakê û hewldanên pêkvejiyanê ya li bajar nîqaş hatin kirin.

Li ser armanca hevdîtinê endamê Desteya Karîger a Meclîsa Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Omer Hecî Husên axivî.

Husên anî ziman ku wan îro pêşwazî li şandeyeke ya Kurdên Feylî ya bi navê Rêxistina Bilind a bo Demokrasî û Pêkevejiyanê pêşwazî kiriye. Husên anî zimank u armancên vê şandeyê jî li gorî prensîbên me yên jiyanê guncav in.

Husên anî ziman ku ew Tevgera Azadî rêz ji hemû rênmayînên pêkhateyan digirin û li dijî her cûre nedadperweriyê ne. Husên destnîşan kir ku gelek komkujî li ser Kurdên Feylî hatiye kirin. Husên diyar kir ku ew Tevgera Azadî xwe weke nûnerên hemû pêkhateyan dibînin.

Omer Hacî Husên kêfxweşiya xwe ya ji serdana Kurdên Feylî anî ziman û got: “Ji ber ku em herdu alî jî wisa dizanin ku pêwîstiya civakê bi wê yekê heye ku li ser bingehê demokrasî û pêkvejiyanê ye. Hêviya me ew e ku hemû azadîxwaz bihgihêjin yek.