Şandeya Rêveberiya Xweser serdana gora Mam Celal kir

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê’ hatibû Silêmanî, serdana gora Mam Celal Telebanî kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ hatibû Silêmanî, serdana gora Mam Celal Telebanî kir.

Şande piştî nîvroyê bi pêşengtiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê serdana gora Serokkomarê berê yê Iraqê û Serokê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî kir.

Şande ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûr û dîsa Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd û Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik pêk dihat.

Şand li ser goristanê bal kişand ser rola Mam Celal Telebanî ya di nava Kurdan de û got: “Mam Celal Telebanî di têkoşîna me de tim zindî ye.”

Çiyakurd diyar kir ku pirsgirêk û aloziyên li herêmê dike ku yekîtiyek hebe nava mala Kurdan û wiha domand: “Taybet divê van fersendên dîrokî yên ji bo tevahî gelê Kurd girîng e, ji dest nedin, divê yekîtî û yekrêziya xwe çêbikin. Mam Celal ji bo vê têkoşînek mezin û ked da. Tim di nava hewldanan de bûn ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên cuda çareser bike û yekîtiyek ava bike. Xwest di nava aliyên Kurdî de nêzîkatiyek çêbike.”

Piştî axaftinê şandeya Rêveberiya Xweser ji goristanê veqetiya.