Şandeya Qendîlê çû serdana Parlamenta Kurdistanê

Şandeyeke berdevkê gelê Qendîlê, ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qendîlê gotûbêj bike, çû serdana Parlamenta Başûrê Kurdistanê. 

Şandeya berdevkiya gelê Qendîlê dike, ji ber êrîşên dewleta Tirk û hewldanên wê yên dagirkeriyê, îro li Hewlêrê çû serdana Parlamenta Kurdistanê. Di van kêliyan de şande bi serokê parlementê re hevdîtinê pêk tîne. 

Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, şandeya ku çûyî serdana parlamentê, wê nearzîbûna gelê Qendîlê ya li hemberî êrîş û hewldanên dagirkeriya Tirk ragihîne.

Her wiha hate ragihandin ku wê şande ji parlamentê daxwaz bike ku li ser van êrîş û hewldanên dagirkeriyê danişîneke taybet pêk bê jî bikin.