Şandeya Neteweyên Yekbûyî serdana TAJÊ kir

Şandeya ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Nînovayê li Şengalê serdana TAJÊ kir.

Şandeya ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Nînovayê ku serê sibehê serdana Şengalê kir, hevdîtinên xwe dewam dike.

Şandeya bi serokatiya Zuhîra El Tabûrî piştî hevdîtina bi endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, serdana Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) kir.

Endamên şandeyê li navenda Şengalê ji aliyê rêveberên TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, di rojeva hevdîtinê de rewşa jinan a li Şengalê û rageşiya vê dema dawiyê ku ji ber zextên hikumeta navendî ya Iraqê rû da, hebû.