Şandeya HDP'ê piştî Şengalê çû Mexmûrê

Şandeya ji parlamenterên HDP'ê ku çend roj bû li Şengalê bû, berê xwe da Mexmûrê. Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku ew ji berxwedana xelkê Mexmûrê hêzê digirin û xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji parlamenter Feleknas Ûca, Huda Kaya, Hasan Ozguneş û Mûrat Çepnî, piştî sedana Şengalê, berê xwe da Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr).

Şande bi pêşwaziyek germ ya xelkê wargehê, kete nava wargehê. Dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de bi dijwarî wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kiribû. Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê wargehê û ji nêz ve dîtina şopên êrişa ser wargehê, serdana wargehê kir.

Şandeya HDP’ê li Meclîsa Gel a wargehê bi kêfxweşiyek mezin hate pêşwazîkirin. Piştre şande çû cihê balafirên dewleta Tirk a dagirker bombebaran kirî û ji nêz ve dît. Piştî wê, şandeyê berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan û li wir bi sedan şêniyên Mexmûrê bi kêfxweşî û kelecanekî mezin pêşwaziya şandeya HDP’ê kir. Li saziya Malbatên Şehîdan parlamenterên HDP’ê ji bo xelkê wargehê axivîn.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got. “Em tevahî cangoriyên Şengal, Memxûr û azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em wek HDP soz didin ku emê heta dawî li pey doza we bin. Me xwest serdana Şengal û Mexmûr bikin û êrîşa 1’ê Sibatê ji nêz ve bişopînin. Dibe ku em li Bakurê Kurdistanê bin û ji we dûr bin, lê em bi we re dijîn û hun hertim di dilê me de ne. Dewleta Tirk bi van êrîşan carek din dan diyarkirin ku ew ji dûrî exlaq û pîvananin. Lê emê serbikevin, ji ber ku rêya me, rêya heqîqetê ye.”

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî axivî û got: “Bi navê şandeya HDP’ê, em we ji dil û can hembêz dikin. Li gel we mayîn, hestekî pir cuda û kêfxweşiyeke mezin e. Berxwedana we hêzê dide me. Em jî êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi tundî şermezar dikin. Em ê heta dawî têkoşîna li dijî neheqiyê bimeşînin."

Parlementera HDP’ê ya Stenbol’ê Huda Kaya jî axivî û êrîşên li ser Mexmûrê şermezar kir; “Li ser navê HDP’ê, bi dil û can ez we silav dikim. Wek hevalên me jî dayî diyarkirin, êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê, ne ji êrîşên li ser HDP’ê dûre. Heman zihniyet dixwaze me tûne bike. Emê carek din rûpûşa dewleta Tirk bixin xarê. Emê van derewên li ser Mexmûr û Şengalê di raya giştî de raxin ber çavan.”

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Ûca jî got: “Armanca me ya serdanê, derxistina derewên dewleta Tirk e. Me bi çavê xwe dît û emê di rojên pêş de, ji raya giştî re encama serdanên xwe parve bikin. Emê bi têkoşîna xwe, serbikevin û bigihijin azadiyê.”

Herî dawî li ser navê gelê Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û xêrhatina şandeya HDP’ê kir. Bûdak di axaftinên xwe de da zanîn ku her kesê ku li ser rêya heqîqetê dimeşe ew hevalên wanin û wiha pêde çû: “Em gelek kêfxweşbûn ku partiya me, serdana me kiriye û êşa me parvekirine. Ti caran ne destan ne jî rûpel hene ku berxwedan û têkoşîna gelê Mexmûrê binivîse. Em xwedî îrade û têkoşînin. Gelê Mexmûrê îradeyek ji pola heye. Ti caran gelê Mexmûrê, serî li bê mafiyan netewandiye û natewîne. Em hertim li pey doz û armancên xwe dimeşin û emê serbikevin. Dûbare em spasiya şandeya xwe dikin.”

Piştî axaftinan diruşmeyên ‘bijî Serok Apo’ hatin avêtin.