Şandeya HDP, DBP û PÎA'yê serdana malbata Şenyaşar kir

Şandeya HDP, DPB û PÎA'yê çû serdana malbata Şenyaşar ya ku ev bi qasî salekê ye li ber xwe dide.

Hevşaredarê Erganî yê ku peywira wî hatî desteserkirin, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) Ahmet Kaya û nûnerên HPD'ê û DBP'ê yên Erganî û Çermûkê serdana malbata Şenyaşar kirin, ku ev bi qasî salekê ye li ber avahiya Edliyê ya Rihayê Nobeta Adaletê digire.

Ferît Şenyaşar derheqê têkoşîna ku didin şande agahdar kir. Yadê Emîne Şenyaşar jî diyar kir ev bi qasî salekê ye di nobetê de ne û got, ''Li gel hemû astengiyan jî em li vir rûniştine. Bangî li min dikin ji bo îfadeyê. Kujer jî milên xwe dihejînin û digerin. Kê zarokên min kuştin? Çima kurê min bernadin? Ev e dad?''

Hevserokê HDP'yê yê navçeya Erganî Zulkuf Bîrgûl diyar kir ew li cem çalakiyên mafdar in û dixwazin demildest daxwazên malbatê bi cih werin û got, ''Em dixwazin her kes destekê bide têkoşîna meşrû ya malbatê.''

Alîkarê Serokê PÎA'yê Ahmet Kaya jî ji ber têkoşîna ku didin malbat pîroz kir, diyar kir têkoşîna dadê ya malbata Şenyaşar ji bo hemû dilxwazên dadmendiyê ye û got, ''Ji bo vê jî divê her kes xwedî li çalakiyê derkeve. Em ji bo ku dadê li ser piyan bihêlin li vir in. Armanceke me ya dî nîne. Em tenê dixwazin ku dad bi cih were. Divê ser komkujiyê bi her hawî ronî bibe.''

Hevserokê HDP'ê yê Çermûkê Berat Can bal kişande ser astengiyên li dijî Nobeta Dadê û got, ''Em destekê didin çalakiya meşrû û mafdar a malbatê.''

Ferît Şenyaşar jî malavayî li şandeyê kir û got,''Her ke li vê dozê xwedî derdikeve. Em dixwazin zûka dadmendî bi cih were.''