Şanaz Îbrahîm serdana merasîma şehîdên Gurzê Gelan kir

Kargêrî Mektîbî Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana merasîma şehîdên Gurzê Gelan a li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr Kurdistanê li Silêmanî kir.

Kargêrî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr ji bo 121 şehîdên di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê li navenda xwe merasîmek ya bîranîna şehîdên Gurzê Gelan lidar xist ku 2 rojan dom bike.

Di vê çarçoveyê de îro saetên sibê Kargêrî Mektîbî Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana merasîma bîranîna 121’ê şehîdên Gurzê Gelan a li nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Şanaz Ehmed li nûnertiyê ji aliyê nûner Nûrşen Hesen û heyeta li gel bi germî hate pêşwazîkirin. Piştre derbasî odeya ku ji bo merasîmê hatibû amadekirin û wêneyên şehîdên Gurzê Gelan lê hatibûn daliqandin bûn. Li vir find hatin pêkirin û gul danîn ser mêzeyê ku ji bo merasîma şehîdan hatibû amadekirin, danîn.

Kargêrî Mektîbî Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed hevxemî û piştevaniya xwe ya ji bo bexwedana Rojava nîşan da.

‘ŞEHÎDÊN MIROVAHIYÊ Û GELAN IN’

Şanaz Îbrahîm Ehmed piştî merasîmê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev şehîd şehîdên mirovahî û gelan in û got: “Eger ev şehîd nebûna pîlanên DAÎŞ û neyarên mirovahiyê wê ser biketa. Hêviya min ew e ku ev xema dawî ya hemû gelê Kurd be. Divê rêveberên Kurd baştir li ser vê mijarê hişyar bin.”

‘KURDISTAN YEK PARÇE YE’

Li ser êrîşên hemwext ên Tirkiye yên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava jî Şanaz Îbrahîm Ehmed axivî û wiha got: “Pir xemgînim. Dijminên gelê Kurd ji bo Kurdan tine bikin xwedî pîlan û proje ne. Mixabin rêveberên Kurd ne xwedî proje ne. Hemû êrîşên li ser her ferdê gelê Kurd şermezar dikim. Kurdistan yek parçe ye.”

‘HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE’

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen jî axivî û diyar kir ku ji bo şehîdên Hesekê merasîmek ya bîranînê amade kiriye û diyar kir ku divê hemû gel xwedî li van şehîdan derbikeve.

‘DIVÊ HEMÛ KES XWE BERPIRS BIBÎNE’

Hesen anî ziman ku terora DAÎŞ’ê ne ji bo Rojava tenê xetere ji bo hemû Kurdan û cîhanê xetere û got: “Hemû aliyên siyasî divê xwe li ber vê berpirs bibînin.”

Serdanên aliyên siyasî yên ji bo merasîmê didomin.