Şanaz Îbrahîm qetilkirina Şehîd Şukru Serhed şermezar kir

Şanaz Îbrahîm Ehmed bi tundî qetilkirina Şukru Serhed şermezar kir û daxwaz kir ku demildest hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê êrişkaran bibînin û ji bo cezakirinê radestî dadgehê bikin.

Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed têkildarî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) îro serê sibehê saet 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, peyamek parve kir.

Di peyama Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed de wiha tê gotin: “Bi tundî hewldana qetilkirina Yasîn Bulut, nasnav Şukru Serhed dikim ku di roja 17’ê Îlonê de li Silêmaniyê hate qetilkirin şermezar dikim. Daxwazê dikim ku demildest aliyên ewlehiyê yên vî bajarî kesên ev sûc kirine bibînin û ji bo bigihîn cezayê xwe radestî dadgehê bikin.

Divê ev destane binîre werin birîn ku dixwazin Silêmaniyê bikine qada armancên xwe. Heta ku hemû bizanin ku Silêmaniyê dergoşa bîrê azad, azadiya ramanê, têkoşer û xebatkarên siyasî ye. Bê cudahiya bîr û ra dikarin li bajarê helmet û qurbanî girîngiyê bi xebata xwe ya sivîl bidin. Parastina wan jî li stûyê hêzên ewlehiyê ye.”