Kujerên Yasîn Bulut nehatine girtin -NÛ BÛ

Hate diyarkirin kesên ku ji hêla dewleta Tirk ve suîkasst li Yasîn Bulut kirine nehatine girtin.


Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe, li bajaran dest bi êrîşên sûîkastê kirine. Piştî ku 16’ê Îlonê li Silêmaniyê welatiyekî penaber ê ji Bakurê Kurdistanê gulebaran kir, duh jî dîsa li Silêmaniyê şoreşgerek Kurd Yasîn Bulud kir hedef.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukru Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê duh serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukru Serhet şehîd bû.

Derbarê êrîşan de ji saziyên ewlekariyê yên Silêmaniyê du daxuyanî hatin dayîn. Rêveberiya Giştî ya Dije Terora YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê daxuyanî dan.

Dije Terora YNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dije Terorê ragihand ku heya bûyer baş hatî zelalkirin û piştrastkirin, ew ê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin.

Îro danê siharê jî berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Ejî Emîn di derbarê destgîrkirina sucdaran de li ser malpera xwe ya facebook’ê daxuyaniyek da.

Ejî Emîn got: “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê suc kirine, hatine destgîrkirin. Em ê di demek nêz de agahiyên derbarê sucdaran bi raya giştî re parve bikin.”

Lê hate diyarkirin kesê ku hatî destgîrkirin ew kes bûn ku beriya bi du rojan êrîş biribûn ser karkerê ji Bakurê Kurdsitanê Ferhat Bariş Kodu ye, kujerên Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKk'ê û Piştevaniyê nehatiye girtin.

Hin jêderên ku nexwestin navê xwe bidin û li gorî agahiyan kesên ku êrîş anîne ne yek kes tenê ye, ji hêla gelek kesan ve plansaziya wê hatiye kirin. Eynî jêder dibêjin kesê ku hatiye girtin ew kes e ku 16'ê Îlonê êrîş biriye ser Ferhat Bariş Kondu. Lê kesên ku Yasîn Bulut (Şukru Serhat) qetil kirin nehatine girtin. Li gorî agahiyan 4 kesan êrîş birine ser Yasîn Bulut, ji wan yekî jê êrîşa çekdarî aniye û 3 kes jî li nêzî cihê rûdanê ne. Kesên ku suîkast kirine li pîqabeke bi markaya Toyota siwar bûne û reviyane.