Îstixbarata rejîma Îranê gef li hunermendê Kurd xwar

Roja Yekşemê, 6ê Çile, hunermendê Kurd Eli Abidî ji bajarê Seqîz ji hêla îstixbarata rejîma Îranê ve hate bangkirin û ji bo çend saetan hate lêpirsîn.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), Elî Abidî hunermend û mûzîksazê Kurd piştî ku bi rêya telefonê ji navenda îstixbarata Seqizê hatibû gazîkirin, bi dirêjahiya çend saetan hatiye lêpirsin.

KHRN dibêje, di meha Îlona sala borî de piştî grevên giştî li Rojhilatê Kurdistanê ku di nerazîbûn li dijî darvekirina girtiyên siyasî hatibûn destpêkirin û her wiha li pey êrîşa Sipaha Îranê li ser navenda Partiya Demokratîk a Kurdistan-Iran li Başûrê Kurdistan, ev hunermendê Kurd hatibû gazîkirin û tehdîdkirin.

Li gor agahiyên KHRN, lêpirsînerên rejîma Îranê dîmenên hunermendê Kurd ku bi helbestên welatparêzî hatine sazkirin û di dibistana perwerdeya mûzîkê de tên fêrkirin, nîşanê wî dane û ew tehdîd kirine ku wê wî destgîr bikin û medreseya wî jî bigirin.

Abidî di meha Gulanê de ji heftenameya Rojan re gotibû: "Di 40 salên desthilatdariya hikımeta Komara Îslamî ya Îranê de, derveyî qedexekirina xebatên hunerî û konsertan, ew ji mafê hemwelatiyekî asayî di warê aborî, civak, û çandî jî hatiye mehrûm kirin."