Êşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!

Aktîvîsta TJA'yê Sûmeyye Gok a li Şirnexê hatibû destgîrkirin û pişt re hatibû girtin, bi lêgerîna tazî û êşkenceya derûnî re rûbirû ma û gefên destdirêjiyê lê hatin xwarin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sûmeyye Gok ku di 8'ê Kanûnê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû destgîrkirin, di 15'ê kanûnê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku Gok, di dema destgîrkirinê de bi lêgerîna tazî re rûbirû maye, polîsan lê daye û di bin navê "sohbeta taybet" de sîxuriyê lê ferz kirin e. Gok a ku teklîfa sîxurtiyê red kir û gefa dê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Miraç Dînç ê ku rojek berî wê hatibû binçavkirin lê xwarin e.

 GEF Û ÊŞKENCE LÊ KIRIN

Parezerê Gok, Haşîm Togurlu diyar kir ku miwekîla wî dema destgîrkiriye rastî êşkenceyê hatiye û ev agahî dan: "Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Meclîsê rasterast înfaz kir. Emnîyet ji bo ku vê gotina Soylu hevgirtî be û pêk were çi ji destê wan tê dike. Polîs hemû delîl û pêkanînan pêşdaraz dike. Mînak di hiqûqa neteweyî de jî qaîdeya bêgunehiyê derbas dibe. Kesê ku sûcê wî neyê îsbatkirin bêguneh e. Lê niha berovajî vê tê sepandin. Nêzîkatiyeke mîna ku Tahîr Guven wan kuştine nîşan didin. Hem li edliyeyê û hem jî li emniyetê  bi vê yekê hatine sûcdarkirin. Her wiha dema ku Gok, anîn edliyeyê jî bi yelekê çelîk anîn û li sîrenê dane. Piştî hat girtin ji pişt ve kelemçe kirin. Piştî ku hat girtin me di girtîgehê de bi wê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de ragihand ku ji aliyê polîsan ve hatiye tehdîtkirin û polîsan jê re gotiye, 'Gelek jinên weke te hatine, an dawiya wan bûye girtîgeh an jî bûye binê axê. Wê dawiya te jî wisa be'. Lê tevî van kirinan Sûmmeye ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir derheqê wê de rapor amade kirine. Dema ku dibin girtîgehê jî ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nake ji aliyê 4 jinên gardiyan ve tê derbkirin. Pora wê tê kişandin. Di dema derbkirinê de pora wê ya ji kokê hatiye rakirin, radestî min kir."

GILÎ KIRIN

Togurlu da zanîn ku wan der barê van kirinan de gilî kiriye û got : "Tevî ku di hucreya yek kesî de ye dimîne jî her roj jimartina leşkerî jê tê xwestin. Me derheqê van kirinan de serî li serdozgeriya Şirnexê da û gilî kir."