Îranê Kurdekî din jî darve kir

Dewleta Îranê li girtîgeha bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Haydar Qurbanî darve kir.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêxistina mafên mirovan Hengaw ve hatin parvekirin, Haydar Qurbanî yê ku ji sala 2016'an û vir ve girtî bû, 19'ê Kanûnê saet di 09:00 de li girtîgeha Sine hate darvekirin.

Qurbanî bi "Endametiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î)" û "muxalefeta" li dewleta Îranê dihate sûcdarkirin.

Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde mirovan bi dar ve dike. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî sala 2020'î herî kêm 246 kes hatin darvekirin. Lê belê tê texmînkirin ku bîlançoya rastî girantir e. Gelek bûyerên darvekirinê nayên eşkerekirin.