Îranê cezayê girtîgehê li ciwanekî Kurd birî

Ciwanê Kurd Sîna Mînayî bi îdîaya "endametiya rêxistineke muxalefetê" ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi sê salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 9’ê Tebaxê de welatiyê bi navê Sîna Mînayî yê ji gundê Sûce yê ser bi bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê bi sê salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Hate ragihandin ku Mînayî şandine girtîgeha Nexedê.

Di Cotmeha 2021’an de Sîna Mînayî û ciwanekî bi navê Edullah Yusifî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û ji bo lêpirsînê veguhestin girtîgeha Urmiyê.

Sîna di meha Mijdara heman salê de bi kefaleta 300 milyon tûmen hatibû berdan. Piştre bi hinceta ‘endamê rêxistinek ya Opozîsyonê ye’ ji aliyê dadgeha bajarê Şîno ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.