Însiyatîfa Gelê Kurdistanê: Dibe sibe direng be, niha dakevin qadan, dema berxwedanê ye

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê ya têkildarî êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz a endama HDP’ê daxuyaniyek da û got: “Dengê xwe bilind bikin, hêza xwe bikin yek, qetlîaman rawestînin û dema berxwedanê ye.”

Însiyatîfa Gelê Kurdisanê ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Desthilata AKP’ê ya faşîst a mêtinger, bi rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ’ê li ser gelê me provayên qetlîamê dikin. Desthilata faşîst a mêtinger a li ber berxwedana bi heybet a têkoşîna azadiyê ya me têk diçe, dixwaze gelê me yê sivîl, qetil bike, tine bike ji hev bixe. Weke jinekê hedefkirina Denîz Poyraz, ne tesadûf e. Berfirehiya êrîş û qetlîama komî, bi vê êrîşa hovane re destpê kirin.

Êdî kêr gihiştiye hestî, em ne di demeke welê de ne ku bêdeng bimînin; me dikuje, qetil dike. Her ferdê xwedî namûs û wijdan, divê dakeve kolanan, ji hovîtiyê re bêje rawest e. Bêdengî qetlîam û qirkirine, bêdengî ji bo her Kurd, sosyalîst, demokrat û welatparêz mirin e. Dibe sibe direng be, niha çi ji destê kê tê bila bike. Her kes li mala xwe, li cihê kar derkeve, dakeve kolanan, li ber derê mala xwe cesareta qîrkirinê nîşan bide. Dengê xwe bilind bike, hêza xwe bikin yek, qetlîamê bidin rawestandin; dem dema berxwedanê ye. Bimre desthilata faşîst a AKP, bijî berxwedana lehengî ya gelê me.”