Însiyatîfa Gel: Em bi ruhê Kobanê xwedî li Efrînê derkevin

Însiyatîfa Gel a Bakurê Kurdistanê bang li gelê Bakurê Kurdistanê bi taybetî jin û ciwanan kir ku li dora Efrînê bicivin û bi şiyara "Faşîzm wê têk biçe, Efrîn wê bi ser bikeve" dakevin qadan.

Însiyatîfa Gel a Bakurê Kurdistanê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a faşîst ku rizgariya xwe bi dijminatiya li Kurdan dibîne, di şexsê Efrînê de êrîşî hemû destketiyên Kurdan kiriye.

Însiyatîfê diyar kir, ev hewldana dagirkeriyê û tinekirina Kurdan, ku bi piştgiriya faşîzma AKP-MHP-CHP û Kurdên xayin tê kirin, wê li bin guhê berxwedana bi heybet a gel bikeve û hilweşe.

Însiyatîfê ragihand, yekane rastiya ku bloka faşîst nekariye hesab bike ew e, ku karaktera berxwedêr a gelan ji dîrokê û vir ve timî bi ser ketiye û got, "Bi vê bîr û baweriyê, bi taybetî di vê demê de ku em dikevin salvegera 3. a serketina Kobanê ya dîrokî, divê gelê Bakurê Kurdistanê bi ruhê Kobanê li dijî dagirkirina Efrînê bi rengekî topyekûn li ber xwe bide û bi ruhê seferberiyê tevbigere."

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bloka qirker, dagirker û faşîst a li dijî Efrînê û hat destnîşankirin, divê bi karaktereke berxwedana topyekûn bi ruhê seferberiyê biherikin qadan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê bi taybetî jin ûc iwanan em bang li her kesî dikin ku li dora Efrînê bicivin û bi şiyara 'Faşîzm wê têk biçe, Efrîn wê bi ser bikeve' tevlî çalakiyan bibin û dakevin qadan."