Înîsiyatîfa Zarokên Agir: Kampeke MÎT’ê me şewitand

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Balikesîrê kampeke ya girêdayî MÎT’ê şewitandine.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku 20’ê Îlonê li navçeya Ayvalik a Balikesîrê kampeke ya girêdayî MÎT’ê şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê heman rojê li Îzmîrê jî qadeke mezin a pîşesaziyê şewitandine. Li qada pîşesaziyê 6 wesayîtî şewitîne.

Li Stenbolê jî li dijî polîtîkayên qeyûm ên li ser şaredariyên Kurdan înîsiyatîfê ragihand ku şaredariya Fatîhê kirine hedef û 7 wesayîtên girêdayî şaredariyê jî şewitandine.

Heman rojê li Enqerê jî kamyonek şewitandine.