Înîsîyatîfa Kurdistanê biparêze piştî êrîşa bi SÎHA’yê banga hevgirtinê kir

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze êrişa artêşa Tirk a dagirker şermezar kir a ku bi SÎHA’yê li gundê Gelale ya Başûrê Kurdistanê hatibû kirin. Înîsîyatîfê bang li hemû kesan kir ku bila piştgiriyê bide gelê Kurd.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) derbarê êrişa bi SÎHA’yê ya li gundê Gelale ya Şarbajêrê daxuyanî da û diyar kir heyeteke delegasyona wan piştî li Kanî Masî çû serdaneke malbatê, nîv saet şûnde êriş hatiye kirin. Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze bêdengiya rêveberiya Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze got “Em bang li hemû kesan dikin ku bila êrişên dagirker ên Tirk şermezar bikin û bila hikumetên wan çekan nefiroşin rejîma faşîst. Li hemberî dagirkeriyê em bang li dostên xwe gelê Kurd dikin ku bibin yek. Şerê hev nekin. Tirkiye ji bo ku împaratoriya Osmaniyan vejîne, her tiştî dike û dixwaze di nav komên Kurdan de parçebûn pêk were. Em bi we re ne, bijî Kurdistan.”