Încîr: Qeyûm nayên qebûlkirin

Parlamentera Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêdê Evîn Încîr got, nayê qebûlkirin ku hikûmeta AKP’ê şaredariyên ku hatine hilbijartin ji peywirê bistîne û li şûna wan qeyûm deyne.

Încîr got, ‘’Beriya niha jî gelek parlamenter û şaredarên HDP’ê bi rengekî kêfî ji peywirê hatin standin û girtin. Niha jî qeyûm anîn ser sê şaredariyê mezin. Ev nayê qebûlkirin û nikare were domandin’’ û li dijî desteserkirina vîna gel helwesta xwe nîşan da.

Încîr got li gel biryara Konseya Ewropayê û biryara dadgehê ya berdanê jî, hê jî Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtiye û diyar kir, girîng e ku partiyên muxalîf li dijî van nehiqûqiyan bi hev re têbikoşin.

Încîr wiha got: ‘’Heke muxalefet li dijî van kirinên der yasayî ya xwe bike yek wê bibe navendeke mezin a berxwedanê. Ev ê li Tirkiyê rê li ber geşedanên mezn veke. Girîng e ku hin parlementer û rêveberên CHP’ê li dijî qeyûman rawestiyan. Heke HDP, CHP û hêzên din ên demokrasiyê bi hev re tevbigerin AKP wiha wê nema karibe bi kêfî tevbigere.’’

Încîr her wiha got, ‘’Ez di delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê de me. Em ê li ser qeyûman û binpêkirina mafê mirovan bisekinin. Demokrasî gav bi hav ji holê tê rakirin.  Li Tirkiyê ya ku namzeta Yekîtiya Ewopayê ye, bêhiqûqiya ku hikûmeta AKP’ê dike , binpêkirina mafan cihê şermê ye.’’