Îmamê tecawizkar reviya, destavêtina li zarokan tê nixumandin

Îmamê dewleta Tirk Îhsan Perteklî ku li navçeya Norşîn a Bedlîsê di qursa Quranê de dest avêt 13 zarokan, gundê Uzumculerê terikand û reviya Stenbolê.

Îmam Îhsan Perteklî ji aliyê Miftitiya Norşînê ya Bedlîsê ji bo qursa Quranê hate erkdarkirin û bi vê yekê re bûyerên destavêtinê ya li Qura Quranê ya li Navçeyê ketin rojevê. Têkildarî mijarê hîn ê rayedarên fermî daxuyanî nedane. Lê belê gundiyan agahî dan û diyar kirin ku wan Perteklî ji gund qewitandine.

Perteklî piştî êrîşa destavêtina li 13 sarokan, bi lêz û bez emekdar bû. Hate diyarkirin, ku piştî bûyer di çapemeniyê de hat ragihandin zexteke mezin li malbatên mexdûran hatiye kirin. 

Têkîldarî mijarê malbatên mexdûran ku ne xwestin navê wan bê diyarkirin dan zanîn ku bûyer raste.

Gundiyên ku derbarê bûyerê de agahî dan, diyar kirin ku Îmam Îhsan li gundê Çapkisê erkar bû, piştî ji aliyê Miftitiya Navçeyê ve ji bo Qursa Quranê ya li navenda Norşînê hat erkdarkirin. 

Gundiyan destnîşan kirin ku ji ber ferasetên eşîrtî û feodalî bêyî ku kes pê bihese hewl hatiye dayin ku bûyer bê nixumandin û ji malbatên mexdûran re jî ji bo bêdeng bibin rêjeyek zêde pere hatiye teklîfkirin.

Hate zanîn ku birayê Îmam Îhsan Perteklî dozger e û piştî bûyerê zext li Serdozgeriya Komarê ya Norşînê kiriye ku bûyer ji aliyê hiqûqî ve bê nixumandin.

Piştî bûyeran Îmam Îhsan Perteklî ji bo teqawît bibe serî li Miftîngeha Bedlîse da û daxwaza wî hate qebûlkirin. 

Îmam Perteklî reviya taxa Kuçukçekmece ya Stenbolê û ji bo kes xwe negihîne telefona xwe girt.